Behsa çareser kirina kêşeyên li Îraqê kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro şemî 5ê Sibata 2022 an me pêşwaziya Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê Şêx Humam Hemûdî û şandeke pê re kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî û guhertinên nava prosesa siyasiya Îraq û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kir û tekez li ser girîngiya hemahengî û lihev nêz bûna aliyên siyasî kir bo berejwendiyên giştî û çareser kirina kêşe û nakokiyan bi rêya diyalog û giftgûoyê.
Şanda civata bilind ya îslamiya Îraqê, stayîşa ezmûna serkeftî ya herêma Kurdistanê kir û balkêşande ser vê yekê ku serkeftina herêma Kurdistanê serkeftine bo tevahiya Îraqê û lazime tevahiya aliyan bo zêdetir xizmet kirina tevahiya welatiyên Îraqê hewldanên xwe bitevger bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin