Gelek teyr û balindeyên gula Zirêbarê mirar bûne.
Li gor zaniyariyên ji Rojhilatê Kurdistanê, ev çend roje nexweşiyek ketiye nava teyr û balindeyên gula Zirêbarê ya li Merîwanê.
Di encama nexweşiya han de gelek teyr û balinde mirar bûne. Heta niha nexweşî û sedema vê nexweşiyê jî nehatiye zanîn.
Gula Zirêbarê ya li bajarê Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn gula ava şîrîn ya li cîhanê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin