Dibêje ti wendahiyên me tunene.
Peyvdarê wezareta berevanî ya Amerîkayê derbarê opeasiyona ku berbanga îro pêceşm li Îldibê hatiye lidarxistin daxuyanî da.
Peyvdarê wezareta berevaniya Amerîkayê John Kirby ragihand ku îro pêncşem danê sibê, hêzên taybet yên Amerîkî li Îdlibê dijî terorîstan operasiyoneke mezin lidar xistine û operasiyon bi serkeftî bi dawî hatiye.
John Kirby eşkere kiriye ku piştî operasiyona kuştina Xelîfeyê DIŞIê, ev mezintirîn operasiyone ku hêzên Amerîkî li Îdlibê li dijî terorîstan lidar xistine.
Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku ti wendahiyeke hêzên Amerîkî tuneye û tevahiya wan bi selametî vegeriyane cîhên xwe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin