Çend terorîstên DIŞIê hatin girtin

di encama êrîşê de 11 leşkerên Îraqî hatibûn kuştin.
کوردستان TV
100%

Destê wan di êrîşa Uzeyimê de hebûye.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ragihand ku hijmarek ji wan terorîstên DIŞIê yên ku destê wan di êrîşa ser leşkerên Îraqî de hebûye hatine girtin.

Mistefa Kazimî eşkere kiriye ku ev terorîstên han beşekin ji wan terorîstan yên ku li navçeya Ozeyimê êrîşî ser artêşa Îraqê kiribûn û di encam de 11 leşkerên Îraqê hatibûn kuştin.

Kazimî tekez li ser vê yekê kiriye ku, şerê wan yê li dijî terorê berdewam dibe û li Îraqê cîhê terorîstan nabe.

Weke tê zanîn du hefteya beriya niha li Ozeyimê êrîşî ser artêşa Îraqê hatibû kirin û di encam de 11 leşkerên Îraqî hatibûn kuştin.

N: E. G

Çavkanî

Kurdistan TV

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.