Dibêje emê hevsengiyan biguherin.
Serokkomarê Îranê Îbrahîn Reîsî di gotareke xwe de yaku duhê şemî pêşkêş kiriye, gef li civaka cîhanî kiriye û dibêje Îran bi dijwarî bersifa her cure êrîşek dide ku li ser Îranê were kirin.
Îbrahîn Reîsî herwiha diyar kiriye ku spaha Pasdaran ya Îranê parêzvanê ewlekariya netewî û nîştimanî ya deverê ye û tetbîqata leşkerî yaku li Başûrê Îranê hatiye lidarxistin hêz û karînên spaha pasdaran nîşan dide.
Nav hatî di berdewamiya gotara xwe de gef kiriye û gotiye: Îran amadeye bi dijwarî bersifa her cure pêngav û êrîşek li dijî xwe bide û hevsengiyên heyî yên li deverê de biguhere.
Ev gotara Reîsî di demekê deye ku, hem Amerîk û him jî Îsraîl behsa xwe amade kirinê bo êrîş kirine ser Îranê dikin û dibêjin danûstandinên derbarê bernameya etomiya Îranê nagehêjin ti encamekê.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin