Amerîka dest danî ser keştiyeke Îranî

têde zêdetir ji hezar û 400 çek hebûne.
کوردستان TV
100%

Tîje ji çek bûye û bo Husiyan dişand.

Fermandariya giştî ya navendî ya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kiriye.

Di peyama han de Fermandariya navendî ya Amerîkayê diyar kiriye ku hêzên leşkerî yên Amerîkayê karîne li deriyaya Ereb dest deyinin ser keştiyeke Îranî yaku tîje çek bûye û Îran xwestiye wan çekan bo çekdarên Husî li Yemenê bişîne.

Di twittê de hatiye diyarkirin ku zêdetir ji hezar û 400 çek û 300 hezar gule hebûne.

Di berdewamiya twitta han de hatiye diyarkirin ku ev demeke dirêje ku Îran avên navnetewî bo şandina hevkariyên leşkerî bo Husiyan bikar tîne.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.