Dibêje em neçar dibin bijardeyên din bicerbînin.
Nunerê Amerîkayê yê bo karûbarên Îranê Robert Malley derbarê danûstandinên navbera Îran û welatên Rojavayî yên taybet bi bernameya etomî ya Îranê, huşdarî dide Îranê û dibêje neçar dibin ku bijardeyên din bicerbîbin.
Nunerê Amerîkayê yê bo karûbarên Îranê Robert Malley ji kanala CNN re diyar kiriye ku danûstandinên navbera welatên cîhanê û Îranê derbarê bernameya etomî ya Îranê de, bi başî nameşin û demeke gelek kêm maye bo Îranê û eger heye ku tiştek bi navê rêkeftina etomî nemîne.
Robert Malley herwiha diyar kiriye ku eger heye bi ti awayî negehêjin ti encamekî û vê demê aloziyeke din ya dijwar û kûr serî hilde û di rewşeke wisa de jî cîhan neçare li dijî Îranê bijardeyên din bicerbîne.
Malley herwiha diyar kiriye ku tenê çend hefte mane ku danûstandin werin domandin û encam ji wan were girtin lê piştî bi dawî hatina wan çend hefteyan aloziyên nû yên kûrtir destpê dikin û neçarin rêbazên nû dijî Îranê bikar bînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin