Dola dîsa bilind dibe.
Piştî ku duhê piştî gotara Serokkomarê Tirkiyeyê receb Teyyib Erdogan, buhayê dolar li hember lîreyê, ji 18 lîreyan daket kêmtir ji 11 lîreyan, îro dîsa buhayê dolarê bilind bû.
Li ser vê mijarê bankaya navnetewî ya Danske eşkere kiriye ku ev tedbîrên hikûmeta Tirkiyeyê li hember dolarê, demkîne û nikarin bibin çareseriyeke mayende û dolar dîsa bilind dibe.
Ev bankaya han herwiha eşkere kiriye ku ev tedbîrên han vê gelek zirarên mezin bidin neqdîneya yedek ya bankaya navendî ya Tirkiyeyê.
Ji aliyeke din ve çend rayedarên Tirkiyeyê ji ajansa Bloombergê re gotine ku duhê bo daxistina buhayê dolar li hember lîreyê bi fermana Erdogan 1 miliyar dolar radestî bazarê hatiye kirin.
Radest kirina ev yek milar dolar jî bandoreke demkî li ser buhayê dolarê kir û piştî kêmtir ji 19 seatan, ji daketina buhayê dolarê, dolar li hember lîreya Tirkî dîsa bilind bû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin