NY: Sûriye bûye navenda teror û madeyên hişber

dibêje rewşa han bandoreke xirab li ser aramiya deverê dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje gelek komên çekdar yên kirêgirtî li vê welatî ne.

Netewên Yekgirtî derbarê rewşa Sûriyeyê de daxuyaniyek weşandiye û têde huşdarî dide.

Di daxuyaniya netewên yekgirtî de hatiye diyarkirin ku, Sûriye bûye navenda kom kirina komên çekdar yên kirêgirtî û herwiha bûye navendeke aram bo teror û bazirganiya madeyên hişber.

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa rewşa însanî ya li Sûriyeyê jî hatiye kirin û nivîsandiye: Rewşa însanî ya li vê welatî gelek aloze, zêdetir ji 14 miliyon kes pêdiviya wan ya bilez bi hevkariyên însanî heye.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de huşdariya vê yekê hatiye dayîn ku rewşa han ya Sûriyeyê vê bandoreke gelek mezin li ser welatên derdor dike û dibe sedema berdewamiya nearamiyan li deverê de.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.