Dibêje lazime senterfojên zengînkirî werin jinav birin.
Nunerê hertimî yê Rûsyeyê li Netewên Yekgirtî Michael Olyanov ragihand ku mirov dikare bêje danûstandinên Viyena yên di navbera Îran û welatên cîhanê de bê encam bi dawî hatine.
Olyanov eşkere kir ku, di civînan de nîqaş li ser senterfojên genzîngirî yên Îranê weke pêwîst nehatiye kirin û lazime çareseriyek ji wan re were dîtin.
Nav hatî diyar kiriye ku yek ji wan çareseriyan ji nav birina wan senterfojên zengînkiriye û çareseriyên din jî ewin ku senterfojên han bo derveya Îranê werin veguhastin anjî li Îranê bi çavdêriya Netewên Yekgirtî di cîhekê de werin enbarkirin.
Nav hatî diyar kiriye ku lazime cîhan li ser wan xalan raweste û eger heye ku li ser vê mijarê Îran li gel welatên cîhanê bigehêje lihev kirinekê.
Weke tê zanîn gera 8an ya danûstandinên navbera Îran û welatên cîhanê derbarê bernameya etomiya Îranê de bê encam bibû û Amerîkayê jî lîsteyeke din yên dorpêçan li ser Îran û hin kesayetî û dezgehên fermî yên Îranê ragihandibû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin