Îran: Emê bersifeke dijwar bidin êrîşan

dibêje eger danûstandinên Viyenayê bê encam bin êrîş dikin.
کوردستان TV
100%

Amerîka û Îsraîl xwe bo êrîşên dijî Îranê amade dikin.

Rayedarekî leşkerî yê Îranê ragihandiye ku armanc ji tetbîqata hevbeş ya Amerîka û Îsraîlê xwe amadekirine bo êrîş kirine ser Îranê.

Ev rayedarê leşkerî yê Îranê yê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike ji malpera nûrnews ya Îranê re ragihandiye ku Amerîka û Îsraîl xwe amade dikin ku eger prosesa danûstandinên Viyenayê serkeftî nebe, êrîşî ser Îranê bikin lê Îran jî xwe amade kiriye daku bersifeke dijwar bide her êrîşeke wan.

Weke tê zanîn beriya du rojan jî malperek bi navê wallnews belav kiribû ku Amerîka û Îsraîl xwe amade dikin êrîşî ser Îranê bikin û bo vê yekê artêşa Îsraîlê ji nihave dest kiriye bi organîzekirina tetbîqatên leşkerî yên bo xwe amadekirinê.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.