Reuters: Amerîka FARC'ê ji lîsteya terorê derdixe

di sala 1997an de xistiye nava lîsteya terorê.
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê duhê li ser zarê du jêderan ragihand ku rêvebiriya Biden plan dike ku koma serhildêr ya Kolombiyayê FARC'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst yên biyanî yên Amerîkayê derxîne.

Yek ji çavkaniyan ji Reutersê re got, karbidestên Amerîkî dikarin îro vê biryara ser Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîyayê (FARC) yên çepgir, diyar bikin.

Serhildêrên FARC’ê di 2016’an de bi hikûmeta Kolombiyayê re peymanek aştiyê îmza kiribûn û dawî bi şerê çekdarî yê navxweyî yê li herama Andean yê li welêt anîbûn, ya ku heya niha bi milyonan kes koçber bûne û zêdetirî 260 hezar kes hatine kuştin.

Danûstandinên peymanê bi piştgiriya rêvebiriya Serokê Amerîka yê wê demê Barack Obama, ku Joe Biden tê de cîgirê serok bû, hatibû kirin.

FARC, cara yekê di Cotmeha 1997'an de ji aliyê Amerîkayê ve wek rêxistineke terorîst hat destnîşan kirin.

Gerîlayên FARC'ê piştî bi peymanê çekên xwe berdan, ketin nava siyasetê, di destpêkê de, navê xwe wek Hêza Hevpar ya Alternatîf ya Şoreşger guhertin, lê kurtenivîsa FARC'ê parastin.

Lê, piştre weke Comunes hate binavkirin. Piştî ku peymana aştiyê hat îmzakirin, partiyê li Kongresê 10 kursî bi dest xistin.

Qesra Sipî, şîrovekirina vê ragihandinê red kir. Hikûmeta Kolombiyayê, yek ji hevalbendên herî nêzîk yên Washingtonê ya li Amerîkaya Latîn e, heya niha bersiv nedaye daxwaza şîrovekirinê.

Ji dengêamerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.