Li Amerîkayê êrîşî ser grseyê hate kirin

polîs dibêje kuştî jî hene û êrîşkar nehatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Bi dehan kes birîndar bûne.

Direngiya îşev li Amerîkayê keseke çekdar êrîşî ser grseyê kir û bi dehan kes birîndar bûne.

Li gor çapemeniya Amerîkayê li eyaleta Wisconsin keseke çekdar li cîhê ahenga sersalê, bi çek êrîşî ser grseyê kiriye û di encama êrîşa han de herî kêm 20 kes birîndar  bûne.

Polîs jî dibêje ku di encama êrîşa han de çend kesan jî canê xwe ji dest dane.

Polîs ji çapemeniya Amerîkayê re diyar kiriye ku, tirimbîla ku têde êrîş hatiye pêkanîn hatiye dîtin lê êrîşkar hîn jî nehatiye girtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.