75 koçber bûne qurbanî.
Saziya taybet bi koç û koçberan ya navnetewî IOM ragihand ku li peravên Lîbyayê belemeke koçberan binav ketiye.
Di encama bûyera han de herî kêm 75 koçber xendiqîne û canê xwe ji dest dane.
IOM diyar kiriye ku ev koçberên han xwestine ji Lîbyayê ve ber bi Ewrûpayê ve biçin lê li behra naverast belema wan binav ketiye û di encam de 75 koçber canê xwe ji dest dane.
Di bûyerê de tenê 15 kes hatine rizgarkirin û kesên rizgarkirî jî li Rojavayê Lîbyayê bo ser erdê hatine veguhestin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin