Rûsye bi mûşek êrîşî ser uduyeke xwe kiriye.
Piştî ku Rûsye bo cerbandina mûşeka xwe ya nû ya esmanî, di boşatiya esmanê de cerbandinek li dijî uyduyeke xwe ( stelayt anjî mehware) pêk anî, Amerîka rexneyên tund li Rûsyeyê kir.
Duhê sêşemê Rûsye mûşeka xwe ya nû ya antî uydu di nava boşatiya esmanê de cerband û Amerîka jî ragihand ku ev pêngava han ya Rûsyeyê pêngaveke naberpirsaneye û bûye sedema belav bûna gilêş û perçeyan di nava boşatiya esmanê de.
Amerîka herwiha eşere kiriye ku ev cerbandina han canê estirologên ku di nava navenda cîhanî ya gerdûnnasiyê de dixebitin xistiye metirsiyê de.
Amerîka tekez li ser vê yekê kiriye ku careke din bi ti awayî pêngaveke wisa qebûl nake.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin