Ji aliyê Hevpeymaniya cîhanî ve hatine radestkirin.
Li gor jêderên nûçeyan, hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê ya bi pêşengiya Amerîkayê 15 berpirsên bilind yên terorîstên DIŞIê ji girtîgeha Hesekê ya HSDê wergirtine û radestî Îraqê kirine.
Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku, hevpeymaniya cîhanî ev her 15 berpirsên DIŞIê ji Hesekê birine Şedadê û liwir ji aliyê dezgeha îstîxbarata Amerîkayê ve lêpirsîn ji wan hatiye kirin û pişt re jî radestî hikûmeta Îraqê hatine kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin