Duhê hêzeke zêde şandiye Bakûrê Helebê.
Li gor zaniyariyên ku ji herêmê dest ketine, hikûmeta Tirkiyeyê berdewame li ser şandina hêz û amûrên leşkerî bo Sûriyeyê.
Di vê derbarê de navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê diyar kiriye ku duhê Tirkiye hêzeke gelek zêde bi çekên giran şandiye Bakûrê Helebê.
Ev di demekê deye ku li Îdlib û çiyayê Zawiyeyê jî Tirkiye hem hêzên xwe yên leşkerî û him jî komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê pir çek kiriye û li hember hêzên rejîma Sûriyeyê bicîh kiriye.
Ji aliyeke din ve Tirkiye berdewame li ser gefên xwe yên bo destpê kirina operasiyoneke leşkerî li dijî YPG û HSDê li Baskûr û Rojhilatê Sûriyeyê û bo vê mebestê jî Tirkiye bi berdewamî hêz dişîne derdorê Girê Spî û Serê Kanî.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin