Rûsye amadekariyên berfire bo operasiyoneke mezin dike

herî kêm 20 balefir li Qamîşlo bicîh kiriye.
کوردستان TV
100%

Gelek balefir şandiye bajarekî Rojavayê Kurdistanê.

Li gor çapemeniya Rûsyeyê, li ser fermana Serokê Rûsyeyê, artêşa vê welatî dest bi amadekariyên berfire bo opoerasiyonek li dijî komên cîhadî yên dijî rejîma Sûriyeyê kirine.

Çapemeniya Rûsyeyê li ser zarê çend jêderên ji wezareta berevanî ya Rûsyeyê belav kirine, ku di wan çend rojên derbasbûyî de, Rûsye herî kêm 20 balefirên şer şandiye bajarê Qamîşlo li Rojavayê Kurdistanê û ev balefir li navendeke leşkerî ya Rûsî ya li Qamîşloyê hatine bicîhkirin.

Ev pêngava Rûsyeyê di demekê deye ku Erdogan gef dike ku operasiyoneke din ya leşkerî li Rojavayê Kurdistanê de bike.

Herwiha li rexê Îdlibê ve jî hem Tirkiye û komên cîhadî yên Tirkiyeyê û him jî Sûriye û Rûsye dest bi amadekarî bo operasiyonên gelek mezin kirine.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.