Nameyeke bo wezîrê derve yê Amerîkayê nivîsandiye.
Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku, Tirkiye dixwaze çend balefirên F16 ji Tirkiyeyê bistîne, Kongrêsa Amerîkayê jî kete tevgerê û naxwaze Amerîka balefirên F16 bifiroşe Tirkiyeyê.
Di vê derbarê de Kongrêsa Amerîkayê nameyek bo wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken şandiye û di nameyê de kongrêsê daxwaz kiriye ku nabe bi ti awayî Amerîka balefiran bifiroşe Tirkiyeyê.
Beriya niha Tirkiye ragihandibû ku dixwaze bi pereyên ku dabû bo balefirên F35 lê balefirên F35 nestendibû, 40 balefirên F16 ji Amerîkayê bistîne.
Piştî daxuyaniya Tirkiyeyê, wezareta derve ya Amerîkayê jî diyar kiribû ku, Amerîka ti pêşniyareke wisa nedaye Tirkiyeyê.
Weke tê zanîn ku jiber kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S400an ji Rûsyeyê, alozî ketine navbera Tirkiye û Amerîkayê û herwiha jiber S400an Amerîka Tirkiye ji bernameya F35an derxistibû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin