YE: Tirkiye dagîrkere

dibêje mafên mirovan û azadiyên seretayî têne binpêkirin.
کوردستان TV
100%

Di raporta fermî ya YE de Tirkiye weke dagîrker hatiye nasîn.

Komîsyona konseya Ewrûpayê raporta  xwe ya sala 2021an ya taybet bi Tirkiyeyê belav kir.

Di raporta ku beriya du rojan de hatiye weşandin, rixmî ku rexneyên gelek dijwar li Tirkiyeyê hatine kirin, hevdem behsa vê yekê jî hatiye kirin ku Tirkiye gelek ji pîvanên YE dûr ketiye û jiber nebûna demokrasî, mafên mirovan û azadiyê  li Tirkiyeyê, danûstandinên endamtiya Tirkiyeyê di YE de hatine rawestandin.

Her di heman raportê de bo cara ewil YE derbarê hebûna hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li Sûriyeyê de, Tirkiye weke hêzeke dagîrker daye nasîn.

Di beşeke din ya raportrê de hatiye diyarkirin ku cîhên ku artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên Tirkiyeyê têde serdestin mafên mirovan û azadiyên seretayî bi awayeke sîstematîkî têne binpêkirin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.