Erdogan gotibû Amerîka pêşniyara kirîna F16an daye me.
Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan qala vê yekê kir ku, Serokê Amerîkayê Jeo Biden pêşniyar daya Tirkiyeyê daku di şûna balefirên F35 de balefirên F16 ji Amerîkayê bikire, wezareta derve ya Amerîkayê, ev gotinên Erdogan red kir û direwand.
Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê, Ned Price ragihand ku gotinên Erdogan ne rastin û Serokê Amerîkayê ti pêşniyareke darayî bo kirîna balefirên F16 di şûna F35an de nedaye Tirkiyeyê.
Weke tê zanîn jiber kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S400 a Rûsî, alozî ketine navbera Amerîka û Tirkiyeyê û Amerîka Tirkiye ji lîsteya çê kirina hevbeş û kirîna balefirên F35 derxist.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin