Dibêje emê rûbirûyê hêzên Amerîkî û Sûrî jî bibin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan gefên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomîne.
Erdogan di gotara xwe ya dawî de diyar kir ku, Amerîk û Rûsye sozên xwe yên derbarê rojavayê de nebirine ser, sebirê Tirkiye jî nemane lewre Tirkiye bo xwe gavên pêwîst davêje.
Erdogan herwiha diyar kiriye ku vê operasiyonên li dijî hêzên YPG û HSDê lidar bixe û vê rûbirûyê hêzên Amerîkî û Sûrî yên li deverê jî bibe.
weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî Serokê Amerîkayê gotibû ku operasiyonên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê dijî berejwendiyên Amerîkayê ne û gefeke mezinin li ser asayîşa nîştimaniya Amerîkayê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin