Vê bibin armanca êrîşên Rûsye û Sûriyeyê.
Li gor raporteke rojnameya artigerçek ya Tirkî, hin jêderên Rûsî yên nêzî Kremlînê, di dema hevdîtina navbera Serokê Rûsye û Serokkomarê Tirkiyeyê ya li Soçî de, Serokê Rûsyeyê Vladimir Putin ji Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan re gotiye lazime hêzên Tirkî yên li Îdlibê bilez werin vekêşîn.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku Putin ji Erdogan re bi eşkere gotiye ku ji niha û pêde Rûsye li Idlibê hevkarî û hemahengî li gel Tirkiyeyê nake lewre lazime hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ji Îdlibê werin vekêşandin beruvajî vê bibin armanca êrîşên leşkerî yên balefirên Rûsî û artêşa Sûriyeyê.
Heta niha Tirkiye li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye û li gor çapemeniya Tirkiyeyê, hîn jî Tirkiye berdewame li ser şandina hêzên leşkerî bo Îdlib û derdorê.
Weke tê zanîn Putin û Erdogan di dawiya meha Îlonê de bo nîqaş kirin li ser rewşa Îdlibê li Soçî civiya bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin