Heta niha 4 car civîn hatine lidarxistin.
Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku Îran pêşwazî ji prosesa hilbijartinên Îraqê dike.
Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Seîd Xetîbzade herwiha behsa danûstandinên nihênî yên di navbera Îran û Siûdiyeyê de kiriye û ragihandiye ku danûstandinên han berdewamin û biryar hatiye dayîn ku li ser asta giştî nirxandin bo wan civîn û hevdîtinan neyê kirin û armanc ji wan hevdîtinan jî normal kirina têkiliyên navbera Îran û Siûdiye û rewşa giştî ya herêmê ye.
Nav hatî diyar kiriye ku heta niha çar caran di navbera şandin Siûdî û Îranî de civîn hatine kirin û civînên han jî berdewam dibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin