Li parêzgeha Mîsanê hatine girtin.
Komîteya ragihandina ewlekarî ya ser bi Fermandariya operasiyonên hevbeş ya Îraqê ragihand ku îro hêzên ewlekarî yên Îraqê, li parêzgeha Mîsanê operasiyonek li dijî terorîst û daxwazkiriyan lidar xistine.
Di encama operasiyona han de 4 terorîst li devera Kehla ya li başûrê Parêzgeha Mîsanê de hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev 4 terorîstên girtî, li gor qanûna dijî terorê ji aliyê dadgehê ve hatibûn daxwazkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin