Dibêje siyaseta Tirkiyeyê gefe li ser asayîşa nîşimanî ya Amerîkayê.
Serokê Amerîkayê Jeo Biden nameyeke agehdar kirinê bo kongresa Amerîkayê şandiye.
Biden di nameya xwe de yaku derbarê hin mijaran de zaniyarî têde bo kongresê eşkere dike, qala siyasetên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê dike û rexne li Tirkiyeyê dike.
Biden herwiha nivîsandiye; Siyasetên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û operasiyonên Tirkiyeyê yên li dijî Bakûr û Rojhilatê çemê Firatê, gefeke mezine li dijî siyaseta derve ya Amerîkayê û asayîşa nîştimaniya Amerîkayê.
Biden di beşeke din ya nameya xwe de dibêje; Operasiyon û êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser Bakûrê Sûriyeyê dibin sedem daku şerê dijî DIŞIê were lawazkirin û zirarên gelek mezin jî digehînin welatiyên medenî yên vê deverê.
Biden herwiha dibêje min biryar daye ku rewşa netewî ya awarte bo Sûriye û Sûriyan berdewam be.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin