Roja yekşemê jî dengdana giştiye.
Îro seat 7ê sibê prosesa dengdana taybet li seraserê Îraqê destpê kir.
Vêîro, hêzên leşkerî, ewlekarî û hêzên ser bi wezaretên navxwe yên Îraq û Kurdistanê dengên xwe bidin.
Prosesa dengdanê di keşeke aram û ewle de destpê kiriye vê heta derdorê seat 6ê êwarê berdewam be.
Herwiha roja yekşem 10 Cotmahê jî vê dengdana giştî were kirin.
Weke tê zanîn sala derbasbûyî hikûmeta Îraqê biryara hilbijartinên pêşwext dabû.
Duhê jî parlementoya Îraqê dawî hatina dema pîwerdariya xwe ragihand.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin