Vê mezûbaniya civînên taybet bi rewşa Efxanistanê bike.
Li gor nûçeyeke dengê Amerîkayê nûnerê taybetî yê Rûsyeyê yê bo karûbarên Efxanistanê Zamir Kabulov ragihandiye ku Rûsye bo danûstandinên taybet bi rewşa Efxanistanê dest bi amadekariyan dike.
Zamir Kabulov herwiha diyar kiriye ku Rûsye dixwaze xwe amade bike daku mezûbaniya civînên taybet bi danûstandinên ser Efxanistanê bike.
Nav hatî diyar kiriye ku civînên han vê li ser asta navnetewî bin, lê hîn jî dema lidar xistina civînan nehatiye diyarkirin.
Weke tê zanîn di meha Adarê de jî Rûsye konferanseke navnetewî ya taybet bi Efxanistanê organîzekiribû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin