Heta niha nêzî 5 miliyon kes canê xwe ji dest dane

hijmara herî zêde ya pêketî û miriyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Korona hîn jî li ser cîhanê metirsiye.

Li gor amarên dawî yên ku ji aliyê zanîngeha Johns Hopkinsê derbarê hijmara dawî ya pêketî û miriyên Koronayê hatine belavkirin, heta niha li seraserê cîhanî nêzî 236 miliyon kesan bi Koronayê ketine.

Di raporta zanîngeha Johns Hopkinsê hatiye diyarkirin ku li cîhanê de bi giştî 235 miliyon û 856 hezar û 159 kes bi Koronayê ketine, ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin.

Zanîngehê daye zanîn ku li seraserê cîhanê de jî bi giştî 4 miliyon û 817 hezar û 613 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.