Amerîka hijmara çekên xwe yên etomî eşkere dike

dibêje hinek ji wan ne ektîfin.
کوردستان TV
100%

Nêzî 4 hezar çekên etomî yên Amerîkayê hene.

Li gor jêderên çapemeniyê, hijmareke zêde çekdên etomî yên çalak û ne çalak di destê artêşa Amerîkayê dene.

Di vê derbarê de ajansa AP belav kiriye ku li gor zaniyariyên ku ji rayedarên siyasî û leşkerî yên Amerîkayê dest ketine, niha di destê artêşa Amerîkayê de bi giştî 3 hezar û 750 çekên etomî hene ku beşek ji wan ektîfin û beşeke din jî ne ektifin.

AP diyar kiriye ku ji sala 2017an heta 2020an Amerîka hijmara çekên xwe yên etomî bi hinek kêm kiriye û di nava wan sê salan de 127 çekên etomî  yên artêşa Amerîkayê hatine kêmkirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.