Îraq dixwaze cadeyeke navnetewî di navbera her sê welatan de were çêkirin.
Malpera Ereb Post li ser zarê çend jêderên nêzî Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî belav kiriye ku Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îran û Siûdiyeyê de pêşniyarek pêşkêşî wan welatan kiriye û ev her du welat jî pêşniyara wî qebûl kirine.
Ereb Post belav kiriye ku, Kazimî ji rayedarên Îran û Siûdiyeyê re gotiye bila emê bi hevbeşî cadeyeke navnetewî di navbera her sê welatan de çê bikin ku ji Meşhedê ya li Îranê destpê bike, liwir biçe Kerbela û liwir jî biçe Meke li Siûdiyeyê.
Çavkaniyê eşkere kiriye ku rayedarên Îran û Siûdiyeyê ev pêşniyara han bi girîng bilêv kirine û qebûl kirine.
Ji Meşhedê heta Mekeyê 3 hezar û 300km ku pêdiviya xwe bi 38 seatan heye lê eger ev cadeya han were çêkirin vê rêwîng di demeke kêmtir de dikarin bigehêjin cîh.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin