Rûsye huşdarî dide Tirkiyeyê

dibêje lazime bilez terorîstan îzole bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime bilez erkên xwe bicîh bîne.

Piştî hevdîtina navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan û Serokê Rûsyeyê Vladimir Putin,  li Soçî ku hefteya derbasbûyî hatibû lidarxistin û têde behsa rewşa Sûriye û Îdlibê hatibû kirin, wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov huşdarî daye Tirkiyeyê.

Sergey Lavrov diyar kiriye ku lazime Tirkiye bilez erkên xwe yên ku di rêkeftina navbera Tirkiye û Rûsyeyê de hatine diyarkirin cîhbicîh bike.

Lavrov herwiha gotiye ku lazime Tirkiye bilez terorîstan li Idlib û derdorê îzole bike jiber ku terorîstên li deverê êrîşên xwe yên ser Sûriye û Rûsyeyê didomînin û Rûsye jî nikare li hember vê yekê bêdeng be.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.