Komên cîhadî bombeyên kîmiyayî amade kirin

bombeyên han yên Sarîn û Klorê ne.
کوردستان TV
100%

Li Idlib û Heleb bicîh kirine.

Aloziyên li Sûriyeyê berdewamin û ji aliyekê ve Sûriye û Rûsye û ji aliyeke din ve Tirkiye û cîhadî jî amadekariyên xwe bo şereke dijwar didomînin.

Her di vê çarçoveyê de çapemeniya Sûriyeyê belav kir ku, komên cîhadî bombeyên kîmiyayî bo eniyên şer veguhastine û dixwazin wan bikar bînin.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA ragihand ku li gor zaniyariyên îstîxbaratî yên ku li herêmê dest wan ketine, komên cîhadî  ji welateke din bombeyên kîmiyayî amadekirine û bombeyên han bi alîkariya pisporên dewleteke din bo eniyên şer bi taybetî li Îdlib, Hema û cebel Zawiyeyê veguhastine.

SANA behsa vê yekê kiriye ku 4 ji wan bombeyên kîmiyayî ( Klor û Sarîn) li nêzî Babê hatine bicîhkirin, 2 bombeyên din yên Sarîn jî li çiyayê Zawiye û evin din jî li Heleb û derdorê Îdlibê hatine bicîhkirin.

SANA li ser zarê pisporên leşkerî veguhastiye ku komên cîhadî dixwazin pirovakasiyona bikin û çekên kîmiyayî bikar bînin û pişt re jî bêjin rejîmê çekên kîmiyayê bikar aniye.

Weke tê zanîn rewşa Îdlibê gelek aloz bûye, êrîşên Rûsye û Sûriyeyê bo ser komên cîhadî berdewamin û Tirkiye jî ku piştîvaniya komên çekdar dike gelek hêzên piştîvanî şandiye deverê.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.