NY derbarê Idlibê de huşdarî dide

asta berketinê ji sedî 170 zêdetire.
کوردستان TV
100%

Dibêje Korona gelek zêde bûye.

Aloziyên li Îdlibê berdewamin û Netewên Yekgirtî jî derbarê rewşa însanî ya li Îdlibê de huşdarî dide.

Ji aliyekê ve opersiyonên bejahî yên rejîma Sûriyeyê û ji aliyeke din ve jî bordiman û êrîşên asmanî yên Rûsyeyê li Îdlib û derdorê berewamin û ji aliyeke din ve jî Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve berdewamin li ser kom kirina hêzê û êrîşên xwe yên çekdarî.

Hin pispor û çavdêrin siyasî jî qala vê yekê dikin ku eger heye di rojên pêşiya me de şereke dijwar li Îdlibê destpê bike.

Rewşa aloz ya siyasî û leşkerî li Îdlibê berdwame û Netewên Yekgirtî jî derbarê rewşa însanî ya li vê bajarê de huşdarî dide û ragihandiye ku rewşa tendirostî ya li Îdlibê gelek xirabe û niha rêjeya berketin bi Koronayê bûye ji sedî 170.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.