Îran: Îsraîlê zirarên mezin dane me

dibêje şerê eşkere yê Îsraîlê dijî Îranê destpê kiriye.
کوردستان TV
100%

Dibêje jêrxana zanistiya me wêran kiriye.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê, di daxuyaniyeke çapemenî de di çarçoveya civînên aştiyê yên Normadî, ragihand ku, Îsraîl bi kuştina zaniyarên etomî yên Îranê zirarên gelek mezin gehandiye jêrxana zanistî ya Îranê.

Seîd Xetîbzade herwiha eşkere kiriye ku niha şerê eşkere yê Îsraîlê li dijî Îranê destpê kiriye û Îsraîl xwedan sedan hezar bombeyên etomiye.

Xetîbzade behsa danûstandinên navbera welatên Ewrûpî û Îranê yên derbarê bernameya etomî ya Îranê de kiriye û ragihandiye ku Îsraîl hewl dide daku pêşî ji destpê kirina danûstandinên han bigire û dixwaze aloziyên navbera Îran û welatên Rojavayî zêdetir bike.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.