Hevpeymaniya Fetih Îsraîl tawanbar dike

gelek kuştî û birîndarên çekdaran hene.
کوردستان TV
100%

Dibêje êrîş ji aliyê Îsraîlê ve pêk hatiye.

Piştî ku direngiya şeva derbasbûyî êrîşeke mezin bo ser navendên heşda şebî li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê de, pêk hat, îro hevpeymaniya Fetih di vê derbarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya hevpeymaniya Fetih de yaku bi basikê siyasî yê heşda şebî tê nasîn, hatiye diyarkirin, eger heye ev êrîş ji aliyê Îsraîlê ve pêk hatibe jiber ku Îsraîl ji vegerandina 30 hezar çekdarên heşda şebî bo nava rêzên heşda şebî dilgirane.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku derxistina hêzên biyanî li Îraqê rêya herî baş û yekaneye bo parastina serweriya Îraqê û heta hêzên biyanî li Îraqê hebin serweriya Îraqê jî vê were binpêkirin.

Weke tê zanîn direngiya şeva derbasbûyî li navçeya Qayîm ya ser bi Ebûlkemal êrîşî ser çekdarên heşda şebî hatiye kirin û gelek kuştî û birîndarên çekdaran hene.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.