Duhê bi şev êrîşî ser hêzeke Îraqî kiribûn.
Jêdereke ewlekarî ji artêşa Îraqê ragihand ku, îro hêzên ewlekarî yên Îraqê li Kerkûkê li dijî terorîstên DIŞIê de operasiyoneke leşkerî lidar xistine.
Di encama operasiyona han de yaku li başûrê Kerkûkê pêk hatiye herî kêm 6 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.
Ev jêderê han diyar kiriye ku ev operasiyon piştî vê yekê hatiye ku duhê bi şev li heman deverê, hijmareke terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzeke artêşa Îraqê kiribûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin