Hejmara pêketiyên Korona nêzî 225 mîlyonan dibe

hijmara herî zêde ya mirî û pêketiyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 225 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 223,610,652 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 40 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi 33,174,954 pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 20 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 4,612,196 kesan canên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 656,309 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 585,174 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 107,324 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.