Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê bajarokê Bare yê çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê bombebaran kir ku li wir nuqteyeke artêşa Tirk a dagirker heye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê bajarokê Bare yê li çiyayê Zawiye yê gundewarên başûrê Idlibê ku nuqteyeke artêşa Tirk a dagirker lê heye, bombebaran kir.
Balafirên şer ên Rûsyayê duh jî êrişî herêmên li Idlibê kiribû. Her wiha 4 caran êrişî derdora bajarokê Merast Misrîn ê gundewarên Idlibê jî kiribû.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî balefirên Rûsyeyê li Efrînê jî çend pêgehên komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê bordiman kiribûn.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin