Wezîrê darayî yê Frensayê Bruno Le Maire îro Şemiyê got ku astengiyên ewlekarî yên Efxanistanê, divê bibin bangeke huşdariyê ji bo Yekîtiya Ewrupî.
Le Maire bang li Yekîtiyê kir ku bêhtir mêldara berevaniyê û serkirdayetiya navnetewî be.
Wî di konferanseka kar de ji peyamnêran re got: Pêwîs e Ewrupa bibe mezintrîn sêyem hêz piştî Çînê û Amerîkayê. Ka em çavên xwe vekin, em rastî gefan dibine û em nikarin êdî pala xwe bidin ser Amerîkayê.”
Wezîrê Frensî got Parîsê biryar daye ku 1.7 milyar Euro(2.02 milyar dolar) îsal ji bo berevaniyê terxan bike û hez dike ku welatên din ên ewrupî jî heman tiştî bikin.
Wî her wiha bang li endamên Yekîtiya Ewrupî kir ku “weberhênana bazarên xwe kûrtir bikin ji bo serbixweyiya teknolocî ji kompaniyên mezin ên derve.”
Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin