Duhê yekem karwana wan tirimbîlan gehêştiye Îranê.
Radiyo Ferda nûçeke belav kiriye ku xwe dispêre jêderên navxweyî yên Îranê.
Li gor nûçeyan han, piştî vekêşîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê û kontrol kirina vê welatî ji aliyê çekdarên Talibanê ve, Îran jî dest kiriye bi birina tirimbîlên leşkerî yên Amerîkayê yên ku li Efxanistanê hatine bicîhhêştin.
Li gora zaniyariyan, Îran duhê hijmareke gelek zêde ji zirepuş û tirmbîlên din yên leşkerî yên Amerîkayê veguhastiye nava axa xwe.
Artêşa Îranê û spaha Pasdaran ev tirimbîlên han veguhastine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin