Bi dehan kuştî, birîndar û dîlên Talibanê hene.
Koma çekdar ya Talibanê yaku beriya çend rojan piştî vekêşîna hêzên Amerîkî, Kabil kontrol kiribû, bo kontrol kirina eyaleta Pencşîr yaku heta niha neketiye destê Talibanê êrîş pêk anî.
Li gor jêderên çapemeniyê, ev cara duyeme ku di wan demên dawî de Taliban bo kontrol kirina Pencşîr operasiyonan dike lê her du caran, taliban rastî şikesteke gelek dijwar hatiye.
Êrîşa herî dawî ya Talibanê duhê çê bûye, lê çekdarên ser bi eniya berevaniya nîştimanî yaku ji aliyê korê Şah Mesûd ve têne Fermandarîkirin, rastî şikesteke dijwar hatine.
Bi dehan çekdarên Talibanê hatine kuştin, hijmareke zêde birîndar bûne û hijmareke zêde jî dîl hatine girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin