Li parêzgeha Diyalayê hatine kuştin.
Artêşa Îraqê ragihand ku operasiyonên wan yên li dijî terorîstên DIŞIê berdewamin.
Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê di çarçoveya operasiyonên dijî DIŞIê de hêzên leşkerî yên Îraqê li parêzgeha Diyalayê operasiyoneke din li dar xistine û di encama operasiyona han de du terorîstên dinyên DIŞIê hatine kuştin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye gotin ku di heman operasiyonê de terorîsteke din yê DIŞIê yê ku berpirsê dabîn kirina pêdiviyên locistîkî bûye hatiye girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin