Dibêje beşdarî di hilbijartinan de dike.
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir di biryara xwe ya nû de, eşkere kiriye ku tevgera Sedir vê beşdarî di hilbijartinên pêşwext yên parlementoya Îraqê de dike.
Hilbijartin biryare di 10 Cotmeha sala 2021an de werin kirin.
Sedir beriya du mehan diyar kiribû û tevgera Sedir beşdarî di hilbijartinan de nake û piştîvaniya ti aliyekê jî nake.
Li ser biryara dawî ya tevgera Sedir, Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî ragihand ku ev biryara han biryareke raste û em pêşwaziya biryara han dikin.
Kazimî hem spasiya Sedir kiriye û him jî spasiya wan aliyan kiriye ku Sedir razî kirine daku biryara xwe biguhere.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin