Hejmara pêketiyên Korona nêzî 215 mîlyonan dibe

tenê li Amerîkayê zêdetir ji 38 miliyon kes pêketine.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketiyên vîrusa korona nêzî 215 mîlyonan dibe. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 213,237,126 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan pirtir ji 38 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi pirtir ji 32 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 20 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4,452,903 kes canên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 630,816 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 575,742 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 106,839 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.