Mistefa Kazimî: Hilbijartin di dema diyar kirî de tê kirin

duhê aliyên şîe daxwaza paşxistina hilbijartinan kiribûn.
کوردستان TV
100%

Duhê aliyên Îraqî daxwaza paş xistina hilbijartinan kiribûn.

Piştî ku duhê li Bexdayê hin aliyên siyasî yên şîe civiyan û daxwaz kirin ku hilbijartinên Cotmeha 2021an bo meha Nîsana 2022an werin paşxistin, îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di vê derbarê de daxuyanî da.

Mistefa Kazimî diyar kiriye ku hilbijartinên Îraqê vê di dema diyar kirî de yanê di 10 Cotmeha 2021an de werin kirin.

Kazimî diyar kiriye ku niha Îraq rastî çend kêşe û arîşeyên mezin hatiye û lazime tevahiya aliyan bihevre hewl bo çareser kirina wan bidin û dest bi pêkanîna reformên bingehîn bikin.

Beriya niha jî zêdetir ji 20 aliyên şîe yên Îraqê diyar kiribûn ku ev beşdarî di hilbijartinên Cotmehê de nakin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.