Êrîş li parêzgeha Zîqarê ya li Başûrê Îraqê pêk hatiye.
Jêdereke ewlekarî ji çapemeniya Îraqê re ragihandiye ku îro danê sibê li ser rêya navnetewî ya Zîqarê ya li Başûrê Îraqê bombeyeke vedayî bi karwaneke veguhastina locistîkî ya hêzên hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê teqiyaye.
Hate zanîn ku di encama teqînê de ti zirarek ber hêzên hevpeymanan neketiye û heta niha ti aliyek jî berpirsiyartiya êrîşê li xwe negirtiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin