Aliyên siyasî yên Îraqî biryara xwe ya dawî didin

li gel serokwezîrê Îraqê dicivin.
کوردستان TV
100%

Îro derbarê hilbijartinan de dicivin.
Biryare îro aliyên siyasî yên Îraqî bi taybetî aliyên şîe li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî Serokwezîrê Îraqê bicivin.
Di civînê de vê nîqaş li ser hilbijartinên parlementoya Îraqê were kirin û aliyên şîe biryara xwe ya bo beşdarî kirin anjî beşdarî nekirin di hilbijartinan de bidin.
Hilbijartinên parlementoya Îraqê biryare di 10ê Cotmehê de bi awayeke pêşwext werin kirin û heta niha çend aliyên siyasî yên Îraqî weke tevgera Sedir ragihandine ku boykota hilbijartinan dikin.
Weke tê zanîn duhê jî Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di civînekê de li gel hin Serok Eşîrên Ereb yên li navçeya Tarimiye ya li Bakûrê Bexdayê civiya bû û ragihandibû ku du rê li berdem Îraqê de hene, şerê navxweyî anjî guhertin û pêşkeftin.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.