Dirêjahiya dîwarê 40km ye.
Hikûmeta Yûnanistanê ragihandiye ku bo pêşî girtin ji hatina awareyên Efxanî yên bo Yûnanê, dest bi stendina tedbîrên nû kiriye.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Yûnanê, vê li ser sînorê navbera Tirkiye û Yûnanê bi dirêjahiya 40km dîwareke pola were avakirin.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku armanc ji ava kirina dîwara han pêşî girtin ji derbasbûna awareyên Efxanî û awareyên dine ji Tirkiyeyê bo Yûnanê.
Wezareta karûbarê parastina welatiyan li Yûnanê diyar kiriye ku ev hewl didin daku sînorên xwe bi tundî biparêzin û rê nedin ti kesek bi awayeke derqanûnî derbasî Yûnanê bibe.
Weke tê zanîn sala derbasbûyî jî dema di navbera Tirkiye û Ewrûpayê de alozî derketibûn, Tirkiye awareyên Sûrî şandibû ser sînorê Yûnanê daku derbasî Ewrûpayê bibin û jiber vê yekê jî aloziyên mezin di navbera Tirkiye û Yûnanê de derketibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin