Biden rexne li artêşa Efxanistanê digire

dibêje hêzên Efxanî nikarîn şer bikin û berxwe bidin.
کوردستان TV
100%

Dibêje nikarî şer bike û ber xwe bide.

Serokê Amerîkayê Jeo Biden di gotara xwe ya dawî de ya derbarê Efxanistanê de rexneyên tund li artêşa Efxanistanê girt û ragihand ku eger hêzên ewlekarî û leşkerî yên Efxanistanê ber xwe dabana anjî hinek şer kiribana vê rewşa Efxanistanê niha tişteke din dibû.

Biden ku ferman dabû hêzên Amerîkî heta destpêka meha Îlonê ji Efxanistanê vekêşin , derbarê kontrol kirina Efxanistanê ji aliyê Talibanê ve diyar kir ku, rixmî hevkarî û piştîvaniyên curbicur yên bo artêşa Efxanistanê, lê ne artêş û ne jî hêzên ewlekarî nikarîn  hinek ber xwe bidin û şer bikin û Taliban jî bi hêsanî karî welat kontrol bike.

Biden di yekem gotara xwe ya derbarê Efxanistanê de jî gotibû ku îradeya şer kirin û berxwedanê li cem Serkirdeyên siyasî û leşkerî yên Efxanistanê nebû.

Ji aliyeke din ve niha hêzeke din li eyaleta Pencşîr ya Efxanistanê kom bûye û li dijî Talibanê dest bi berxwedan û şoreşê kiriye.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.